Derbareyî Projeyê

Avakirina helwîst û nêrînan li dor hilbijartinên siyasî divê hêsan be û keyfa mirovî pê bihêt - eve jî erkê me ye ji bo WahlSwiperê. Bikaranîn: Pirsiyarên siyasî bi hêsanî bersiv bide, dema ku bi tiliya xwe ji bo layê rastê "Erê" yan çepê "Nexêr" hildidî. Dûvde WahlSwiper bersivên te ligel yên hemû Partiyan hesab dike, ka bersivên we çi qas wekhev in.

Em bi aşkerayî kar dikin û xwedî helwîstin. Tu tenê dikarî bi "Erê" yan "Na" bersiv bidî, "belkî" yan dudilî li cem me nînin. Dibe ku ev (yeklakirine) bi dilê Partiyên siyasî nebe, lêbelê ji bo biriyardana te ya harîkar e. Dîsan jî tu dikarî pirsiyara derbaz bikî, bêyî tu bersiva wan bidî.

Dengdan gelek hêsan e, mîna vedîtîna heval û dezgirtiya ne li ser torên civakî - lê cudahiya wê ew e ku tu dê ji bo xuleka 4 salî ligel "hilbijartina" xwe bimînî.